Amerîka balyozxaneya xwe ya li Îraqê dadixe

bi temamî û yekcarî balyozxane tê daxistin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îranê, Amerîka biryar daye daku balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi temamî daxe.

Ajansa Tesnîm ya Îranê li ser zarê çend çavkaniyên Amerîkî belav kir ku hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku bi yekcarî û temamî balyozxaneya xwe ya li Bexdayê daxe.

Li gor Tesnîmê, Amerîka jiber êrîşên muhtemel yên heşda şebî û komên çekdar yên ser bi Îranê biryar daye daku balyozxaneya xwe ya li Bexdayê di demeke nêz de bi temamî daxe.

Çavkanî herwiha belav kiriye ku artêşa Amerîkayê niha mişxûlî nûjen kirin û bihêztir kirina navenda leşkerî ya Eyin Esed ya li parêzgeha sune nişîn ya Enbarê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.