Korona li Îraqê vê gelek bilez belav bibe

heta niha 47 kes li Îraqê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Saziya tendirostiya cîhanî ragihand ku vê li Îraqê Korona gelek bilez belav bibe.

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha nuneratiya saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê, vê li vê welatî Korona gelek bilez belav bibe û di nava 10 rojên pêşiya me de hijmareke zêde ji welatiyên Îraqê bi Koronayê bikevin.

Di beşeke din ji vê daxuyaniya han de hatiye ku Îraq piştî Îranê duyem welate li Rojhilata Navîn ku hijmareke zêde welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de behsa amara kesên mirî jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku heta niha li Îraqê 630 kes bi Koronayê ketine û 47 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.