Li Îraqê Korona bilez belav dibe

di nava du rojan de 4 welatî jî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kir ku rêjeya pêbendiya xelkê bi şîret û tedbîrên tendirostî yên bo xwe parastin ji Koronayê gelek kême jiber vê çendê Korona li vê welatî bilez belav dibe.

Wezareta tendirostiya Îraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku herî dawî li Îraqê 83 kesên din bi Koronayê ketine.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 4 welatiyên din li Îraqê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.