Qazî Mihemed bo gelê Kurd: Dijminatiya hev nekin

li meydana Çarçira hatin darve kirin
کوردستان TV
100%

Îro 30ê Adarê roja darve kirina yekem Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên vî ye.

Beriya 73 salan li bajarê Mehabadê bi fermana rejîma şahê Îranê Serokkomarê, Komara Kurdistan ya Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên vî li meydana Çarçira hatin darevekirin.

Qazî Mihemed roja 22 Çileya sala 1946 Komara Kurdistanê damezirand lê piştî 11 mehan Komara Kurdistanê ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ve hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Mihemed, ji bona ku komkujî neyê kirin, teslîm bû û canê xwe feda kir.

Qazî Mihemed li ber dara îdamê ji rêjîma Îranê re dibêje, “Hûn Qazî Mihemedekî dikujin lê bizanin ji her dilopeka xwîna min dê Qazî Mihemedekî din şîn bibe. Ez daxwaz ji gelê kurd dikim xebata xwe ya rizgariyê sist neke û baweriya xwe bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Qazî Mihemed beriya ku were îdamkirin, wesiyetnameya xwe jî nivîsîbû. Qazî Mihemed di wesiyetnameya xwe de kurdan şîret dike û dibêje dijminatiya hev nekin, pişta hev bigirin

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.