Zanîngeha Johns Hopkins: Vîrusa Korona li Amerîka zêdetir ji 2500 kesan kuştiye

hijmara miriyan li Îtalyayê nêzî 11 hezar kese
کوردستان TV
100%

Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane 34,000 derbaz kiriye.

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Îtalya 10,779, li Îspanya 6803 û li Hubei ya Çînê jî 3186 kes bi vîrusa korona mirine.

Ew zanîngeha diyar dike ku vîrusa korona li Amerîka jî 2503 kes kuştine.

Di nav eyaletên Amerîka, New York bi 966 miriyên jiber vîrusa korona li rêza pêş e û li dû wê bi 204 mirîyan Washington tê.

Bi pirtir ji 140,000 pêketîyên vîrusa korona Amerîka li cîhanê di rêza yekê de ye.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bibû.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.