Hevpeymaniya cîhanî: Ji Îraqê navekêşin

dibêje em ji Îraqê navekêşin
کوردستان TV
100%

Piştî radest kirina her sê navendên leşkerî yên Qayîm, Geyare û K1 ji aliyê hêzên hevpeymaniya cîhanî ve, hate belav kirin ku Hevpeymaniya cîhanî dixwaze hêzên xwe ji Îraqê vekêşe.

Li ser vê mijarê hevpeymaniya cîhanî daxuyaniyek weşandiye û tê de behsa vê yekê kiriye ku vekêşan ji wan her sê navendên leşkerî û radest kirina wan navendan bi hêzên leşkerî yên Îraqê ne bi wateya vekêşana hevpeymaniye ji Îraqê belku prosesa dubare bicîhkirin û organîzekirina hêzên hevpeymaniya cîhaniye.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku ev prosesa han ti elaqeyeke xwe bi êrîşên vê dawî bo ser navendên hevpeymanan û belav bûna Koronayê tuneye. Weke tedbîr li hember Koronayê prosesa perwerde kirina ji aliyê hevpeymanî ve hatiye rawestandin.

Hevkarî û palpiştiyên hevpeymaniya cîhanî ya bo hebeşên me di şerê dijî DIŞIê de berdewam dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku hevpeymaniya cîhanî ji Îraqê navekêşe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.