Li gor jêderên taybetî, îro hêzên Amerîkî yên li navenda leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê vekêşan û ev navenda han radestî hêzên leşkerî yên Îraqê kirin.
Hate zanîn ku Amerîka hêzên xwe li tevahiya navendên xwe yên leşkerî ji bilî Eyin Esed û navendên xwe yên leşkerî li herêma Kurdistanê vedikêşe.
Beriya niha hêzên Amerîkî sê navendên xwe vala kiribûn ku navenda Qayîm mezintirînê wan bû.
Herwiha hate zanîn ku çekdarên heşa şebî jî bi hinceta qedexeya hatûçû ya li Kerkûkê hêzeke zêde şandine Kerkûkê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin