Komên çekdar yên ser bi Îranê dixwazin êrîş bikin

dibêje rojane zaniyarî bo me tên ku amadekarî bo êrîşê dikin
کوردستان TV
100%

Rojnameya The Washington Post ya Amerîkî raportek belav kiriye û tê de behsa vê yekê kiriye ku komên çekdar yên ser bi Îranê dixwazên li Îraqê êrîşî ser hêzên Amerîkî û hêzên hevpeyman yên Amerîkayê bikin.

The Washington Post li ser zarê rayedarekî leşkerî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku bi awayekî rojane raport ji wan re tên ku behsa amadekariyên komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî dikin.

Ji aliyeke din ve jî duhê rojnameya New York Times ya Amerîkî eşkere kiribû ku wezareta berevanî ya Amerîkayê bo êrîş kirine ser komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê biryar daye daku hêzeke zêde bişîne Îraqê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.