Li gor çapemeniya Siûdî şeva derbasbûyî bi mûşekên balistîkî êrîşî ser paytexta vê welatî hatiye kirin.
Çapemeniya Siûdî belav kir ku duhê bi şev bi mûşekên balistîkî êrîşî ser Riyaza paytext hatiye kirin lê belê pergala berevaniya mûşekî ya Siûdî kariye mûşekan beriya ku bigehêjin armancên xwe di asmanê de biteqîne.
Rayedarekî Siûdî ji kanala El Erebiye re gotiye şeva derbasbûyî bi mûşekan êrîşî ser Riyazê hatiye kirin û li asmanê Riyazê pergala berevaniya mûşekî ya Siûdî kariye du mûşekên balistîkî beriya ku bigehêjin armancên xwe biteqîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin