Cara çaremîn e ku dewleta Tirk ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ava stasyona Elokê bi ser bajarê Hesekê de qut dike.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi çi rêbazan dibe bila bibe, vîna gel a redkirina tevahî siyasetên dagirkeriyê têk bibe.
Îro bû cara çaremîn ji dema dagirkirina Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê bi ser bajarê Hesekê û gundewarên wê de qut dike.
Girêdayî mijarê hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ANHA’yê re wiha daxuyand: "Dewleta Tirk a dagirker karkerên stasyonê jê derxistin û stasyon bêyî zanîna tu sedeman, girt."
Rêxistina NY’yê ya UNICEF’ê di 23’yê vê mehê de piştrast kiribû ku rawestandina stasyona ava Elokê ku li herêmên dewleta Tirk dagir kiriye, zirar û xetereyê li ser 460 hezar kesî pêk tîne, her wiha bikaranîna cihên avê wek pêkanîna destkeftiyên siyasî û leşkerî red kir.
NY û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor sêşema borî piştî rojekê ji daxuyaniya UNICEF’ê gotibû ku pêdivî bi rawestandina yekser a agirbestê li tevahî Sûriyê heye ku kedên tunekirina Koronavîrusê pêkan be û vîrus bandorê li şêniyên dorpêçkirî neke.
Stasyona Elokê, stasyoneke stratejîk e ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarên wê bi tevahî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin