Piştî belav bûna nûçeya qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê 250 miliyon dolar weke şîrîniya petrolê ji kompaniya Russneft wergirtiye û li Libnanê jî dest bi ser pereyên Kurdistanê hatiye danîn, Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotiyar Adil diyar kir ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî bîhistina wan nûçeyan daxwaz ji Dozgeriya giştî kiriye daku derbarê vê mijarê de dest bi lêkolînên cidî û berife bike.
Serokwezîr herwiha daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye daku hevkariya Dozgeriya giştî bikin daku rastî bo raya giştî ya Kurdistanê were eşkere kirin,
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin