Biryare îro wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya telekonferansê li gel rayedar û berpirsên îdarî yên herêma Kurdistanê bicive.
Li gor zaniyariyên berdest vê di civînê de giftûgo li ser encamên tedbîrên ku bo pêşî girtin ji Koronayê hatibûn stendin were kirin û herwiha biryar were dayîn ka gelo dawî bi qedexeya hatûçûyê were anîn anjî qedexeya hatûçûyê were dirêjkirin.
Herwiha vê di civînê de jî komîteyên taybet yên bajaran raportên xwe li gel pêşniyarên xwe yên derbarê qedexeya hatûçû û tedbîrên xweparastinê pêşkêşî werzîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin