Li Îranê 139 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

heta niha bi giştî 2500 kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li Îranê di nav 24 seatan de 139 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 3 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.

Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê, dr. Kiyanûş Cehanpûr ragihand, di heyama şev û rojekê de 139 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 517 kesan.

Dr. Kiyanûş Cehanpûr herwiha da zanîn, di wê heyamê de 3 hezar û 76 kes jî bi nexweşiya Koronayê ketine û hejmara berketiyan gihîştiye 35 hezar û 408 kesan.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.