Li gor zaniyariyên berdest hijmara welatiyên Kurd yên ku li Rojhilatê Kurdistanê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane, zêde bûye.
Di vê warî de navenda Hengaw bo mafên mirovan ragihand ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 280 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Di raporta Hengawê de behsa vê yekê hatiye kirin ku li Îlamê 44, li Kirmaşanê 64, li li Sine 102 û li Urmiyeyê jî 70 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hate zanîn ku 90 ji wan jin û 190ê din jî zilamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin