Firîna balefiran heta 11ê Nîsanê qedexeye

qedexe heta 11ê Nîsanê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Serokatiya îdareya medenî ya balefirvaniya Îraqê ragihand ku qedexeya firîna balefiran yaku jiber Koronayê hatibû ragihandin, vê heta 11ê meha Nîsanê berdewam be.

Di daxuyaniya hatiye eşkere kirin ku bo pêşî girtin ji belav bûna  Koronayê firîna balefiran li seraserê Îraqê heta 11ê Nîsanê berdewam dibe.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku tenê balefirên kargo, balefirên ser bi heyva sor û ev balefirên ku karên tendirostiyê dikin dikarin hatûçû bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.