Îran: Em amadene hevkariya Amerîkayê bikin

dibêje em amadene hevkariya Amerîkayê bikin
کوردستان TV
100%

Di demekê deku Korona li seraserê cîhanê belav bûye û Îran bo xwe jiber Koronayê rastî zirarên gelek mezin yên canî û madî bûye, rayedarekî Îranê dibêje em dikarin û amadene hevkariya Amerîkayê bikin.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îranê (Îrna) Fermandarê giştî yê hêzên pasevanên şoreşa Îranê Husên Selamî di daxuyaniyekê de bo Rojnamegeran eşkere kiriye ku bo rûbirû bûna Koronayê Îran bi ti awayî daxwaza alîkariyê ji Amerîkayê nekiriye.

Selamî herwiha eşkere kiriye ku bo rûbirû bûna Koronayê eger pêwîst be û Amerîka daxwaz bike vê demê Îran amadeye hevkariya Amerîkayê bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.