Jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kirine ku Korona li Rojhilatê Kurdistanê gelek bilez belav dibe û roj bi roj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin zêde dibe.
Jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 240 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gor amaran di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 13 welatiyên din yên Kurd jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hate zanîn ku 163 ji wan kesên ku canê xwe ji dest dane, zilam û 77 kesên din jî jinin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin