HSD ser banga NY'ê hemî operasyonên xwe radiwestîne

daxwaz ji hêzên din jî dike agirbestê ragehînin
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan jiber belavbûna vîrusa korona hemî operasyonên xwe rawestandine.

Fermandarîya HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî diyar kir ku wan li ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres biryara rawestandina operasyonan daye.

HSD’ê bang li hemî hêzên din yên li Sûriyê kir ku agirbestê ragihînin.

Antonio Guterres li New Yorkê diyar kir ku divê herkes bala xwe bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona.

 ‘’Çekan rawestînin, êrîşên bi topan bi dawî bikin, êrîşên esmanî bisekinînin.’’ Guterres gotibû.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen jî jiber vîrusa korona banga agirbestê kir

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.