Li gor raportên saziyên têkildar li Rojhilatê Kurdistanê, hijmara wan welatiyên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin zêde dibe.
Di vê derbarê de navenda Hengawê raportek belav kiriye û tê de behsa vê yekê kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê heta niha bi giştî 227 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 21 welatiyên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hengaw hijmara welatiyên ku li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane wisa polîn kiriye;
Parêzgeha Îlamê 32 kes, Kirmaşan 54, Sine 83, Urmiye 58.
Ev di demekê deye ku hikûmeta Îranê heta niha tenê behsa can ji dest dana 105 kesan li Rojhilatê Kurdistanê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin