Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel alîkarê wezîrê xezîneya Amerîkayê bi rêya telefûnê giftûgo derbarê çend mijaran kir.
Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê peyvendiya telefûnî de wisa nivîsandiye;
Êwara îro sêşem 24/3/2020 di peyvendiyeke telefûnî de li gel alîkarê wezîrê xezîneya Amerîkayê ya taybet bi rûbirû bûna paredar kirina terorê Marshall Billingslea de, me behsa pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.
Di peyvendiya han de me balkêşande ser tedbîrên heyî yên bo rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistan û mekanîzma hevkarî kirina herêma Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve.
Di beşeke din ya giftûgoyê de me tekez li ser giringiya domandina bernameya reforman ya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê û zêdetir kirina hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin