Li gor çapemeniya Sûriyeyê duhê bi şev li bajarê Laziqiye li nêzî navenda leşkerî ya Hmeymim ya Rûsyeyê teqîneke gelek mezin pêk hatiye.
Ajansa SANA ya Sûrî bi fermî belav kir ku teqîn di encama êrîşeke balefirên bêpîlot bo ser navenda leşkerî ya Hmeymîmê de pêk hatiye.
Li gor nûçeyê, artêşa Rûsye û Sûriyeyê jî bersifa êrîşa han daye û teqîn di encama bersifdanê de pêk hatiye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku hêzên rejîmê û hêzên Rûsî dest bi amadekarî bo destpê kirina operasiyonên nû li dijî cîhadiyan li Îdlib û derdorê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin