Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê îro sêşem ragihand ku di encama lêgerîn û dîtina kesên ku bi Koronayê ketine an jî kesên ku gomana wan heye bi Koronayê ketibin, derketiye ku li Hewlêrê 6 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku du ji wan zarok, sê ji wan jin û yeke din jî zilameke.
Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku heta niha bi giştî li Kurdistanê de 91 kes bi Koronayê ketine û du kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin