Duhê êwarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li Kurdistanê 9 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, lêgerînên tîmên tendirostî û nûjdariyê bo dîtina kesên ku bi Koronayê ketine didomin û di encama wan lêgerînan de duhê 9 kesên bi Koronayê ketî hatine diyarkirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku 8 ji wan welatiyan li Silêmanî û yeke din jî li Dihukêne. Li Silêmanî yek ji wan kesan jiber ku beriya bi Koronayê bikeve nexweşiyê din pê re bûye canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin