Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir û ragihand ku niha li herêma Kurdistanê de bi giştî 54 welatî bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han welatiyek jiber Koronayê canê xwe ji dest daye û 13 kesên ku bi Koronayê ketibûn piştî qerentîneyê rewşa wan baş bûye û vegeriyane malên xwe.
Herwiha eşkere bûye ku niha li herêma Kurdistanê bi giştî 4 hezar û 560 welatî hatibûn qerentîne kirin û niha bi tenê 1 hezar û 592 kes di qerentîneyê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin