Elî Sîstanî: Kesê ku bi zanebûn Korona belav bike bikuje

dibêje lazime her kes pêbendî biryarên hikûmetê be
کوردستان TV
100%

Oldarê navdar yê şîeyên Îraqê Elî Sîstanî daxuyaniyek weşand û têde piştgîriya xwe bo biryarên hikûmetê yên bo pêşî girtin ji Koronayê ragihand.

Sîstanî eşkere kiriye her kesê ku bi zanebûn Korona belav bike, bikuje, lazime her kes gelek huşiyar be û pêbendî biryarên hikûmetê yên bo rûbirû bûna Koronayê be.

Sîstanî herwiha daxwaz ji xelk û alîgirên xwe kiriye ku bo pêşî girtin ji Koronayê lazime ti kombûn û çalakiyek organîze nekin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê jî kiriye ku her kesek ku biryaran binpê bike tawanbare.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.