Mesrûr Barzanî: Bi hevkariya hev emê vê rewşa aloz derbas dikin

daxwaz ji xelkê dike pêbendî şîretên tendirostî be
سەرۆکی حکومەتی هەرێمی کوردستان
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna netewiya Kurd û sersala nû ya Kurdî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta cejna Newroz û sersala Kurdî, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî gelê Kurdistanê bi taybetî pêşmergeyên qehreman û malbeta serfiraz ya şehîdan dikim. Hêvî dikim Newroz bibe sedema xêr û xweşiyê bo xelkê Kurdistanê.

Weke tê zanîn îsal jiber belav bûna Korona û bandora vê ya abûrî, di rewşeke dijwar de ev cejna han ya nîştimanî pîroz dikin, jiber pêbend bûna we bi şîret û tedbîrên tendirostî yên ku bo parastina we yên hêja hatine stendin weke kêm kirina hatûçûyê, spasiya we dikim. Pişt rast bin ku bi hevkariya hev û du ev qirîza han jî derbas dibe, weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan li ser gelek rewşên dijwar de zalbûn.

Hêvî dikim astengên ku hatine pêş bibin derfetek bo bi xwe de çûn û xwe parastina zêdetir di pêşerojê de, ev rewşa han di warê abûrî de jî zêdetir hana me dide daku berdewam bin li ser cîhbicîh kirina prosesa reformên darayî û îdarî ku yek ji karên herî li pêş yên kabîneya 9an ya hikûmeta herêmê ye, bi taybetî ku di destpêka kar kirinê de me tekez li ser siyaseta pir reng kirina abûriya herêma Kurdistanê û pişt nebestin bi yek çavkaniya dahatê kiriye, ew rewşa han jî wisa dike ku em li ser reforman biîsrar bin.

Newroza we pîroz be û hêvî dikim Kurdistan jî bihêztir û awedantir be

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20.3.2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.