Li Seqizê herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dane

amarên rast nayên belavkirin û jêder amarên curbicur belav dikin
کوردستان TV
#60
100%

Her çend çapemeniya Îraqê amarên rast derbarê qurbaniyên Koronayê de belav nake, lêbelê jêderên curbicur hewl didin daku amarên rast biweşînin.

Di vê derbarê de jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku tenê li bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê 26 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li hember vê yekê jî navenda çavdêriya mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dibêje, ev amar ne raste û bi tenê li Seqizê zêdetir ji 40 welatiyan jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku li Urmiye, Sine û Loristanê jî hijmareke zêde welatiyên Kurd jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.