Li Amerîkayê 108 kesan canê xwe ji dest daye

bi tenê li washingtonê 55 kes mirine
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Amerîkayê heta niha li vê welatî jiber Koronayê bi giştî 108 kes canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Amerîkî belav kiriye ku li seraserê Amerîkayê bi giştî 6 hezar û 362 kes bi Koronayê ketine û heta niha 108 kes jî canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Amerîkî behsa vê yekê kirine ku vê hijmara miriyan û kesên ku bi Koronayê dikevin zêdetir bibe.

Heta niha hijmara herî zêde ya miriyan li Washingtonê hatiye tomarkirin.

Beriya niha Serokê Amerîkayê bo pêşî girtin ji Koronayê çend biryarên giring der kiribû.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.