Navenda leşkerî ya Tacî dîsa hate topbaran kirin

çend mûşek jî li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ketine erdê
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî duhê bi şev bi mûşekan dubare êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li Bexdayê hatiye kirin.

Jêder eşkere kirine ku duhê bi şev dîsa komeke çekda bi mûşekên katûşiya êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî yaku hêzên Amerîkî têde dimînin kirine.

Herwiha hate zanîn ku duhê bi şev êrîşî navçeya kesik ya li Bexdayê hatiye kirin û çar mûşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li navçeya kesik ketine erdê.

Derbarê zirarên wan êrîşan de heta niha ti zaniyarî nehatiye belavkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.