Civata wezîran bi rêya telekonferansê civîna xwe lidar xist

çend biryarên giring di civînê de hatine girtin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi rêya telekonferansê civîna xwe lidar xist û piştî civînê jî Serkowezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 17/3/2020 di çarçoveya cîhbicîh kirina şîretên tendirostî de, bi rêya telekonferansê, me civîneke taybet bo nirxandina cîhbicîh kirina şîret û tedbîrên taybet yên bo rûbirû bûna Koronayê û pilana hikûmetê ya bo dabîn kirina pêdiviyên sereke yên xelkê weke xwrak, erzaq, derman, sûtemenî û pêdiviyên din yên rojane û herwiha rewşa abûriya herêma Kurdistanê bi giştî lidarxist.

Di destpêkê de bi nava civata wezîran, me spasiya berxwedana xelkê Kurdistanê kir û daxwaz ji xelkê kir bo parastina jiyan û selametiya xwe di warê hevkarî kirin û pêbend bûn bi tedbîr û şîretên heyî berdewam bin.

Herwiha spasiya tevahiya wezaret û aliyên têkildar yên hikûmeta herêma hate kir û rola hêzên polîs, asayîş, pêşmerge, nûjdar û karmend û fermanberên tendirostî hate kirin û rola wan y abo rûbirû bûna Koronayê bi giring hate nirxandin.

Spasiya xudanên mil û sermayedaran jî yên ku bersifa daxwaza me dan û amadebûna xwe ya bo pêşkêş kirina asankariyên pêwîst bo sivêk kirina bargiraniya wan kesên ku di encama cîhbicîh kirina şîretan de rastî zirarê hatine û herwiha pêşkêş kirina hevkariya darayî bo xelkê herêma Kurdistanê bo rûbirû bûna vîrosa Koronayê diyar kirine.

Di civînê de biryar hate dayîn daku kempîna kom kirina hevkariyên darayî kempîneke nîştimanî be û di bin çavdêriya raste rast ya civata wezîran de be û pişt re dahata vê kempînê bi awayekî zelal û dadmendane li ser asta parêzeh, qeza, nahiyeyan bo projeyên rûbirû bûna Koronayê were serifkirin.

Bo vê yekê jî tevahiya hewldanên ku hatine destpêkirin, di çarçoveya kempîna nîştimanî de werin komkirin, herwiha me daxwaz ji hikûmeta fedral û civaka navnetewî kir di vê warî de hevkariya herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de her yek ji wezaretên darayî, abûrî, navxwe, karûbarên pêşmerge û dezgeha asayîşê hatin pîwerdarkirin daku bi lez mekanîzma goncaw bo bo serif kirina mûçe, bi taybetî mûçeya hêzên pêşmerge, polîs û asayîşa navxwe deynin bi awayek ku şîret û tedbîrên xwe parastinê li ber çav werin girtin.

Tekez li ser vê yekê hate kirin ku di çarçoveya cîhbicîh kirina qanûna reforman de darayiya giştî bo xizmet kirin û dabîn kirina pêdiviyên welatiyan ji nûve were sazmandeyîkirin û xerciyên giştî jî werin kêmkirin û ev yek jî beşeke ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê.

Herwiha biryar hate dayîn daku têkilî û hemahengiya li gel hikûmeta fedral bo dabîn kirina şayisteyên darayî û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê berdewam bin. Di dawiya civînê de biryar hate dayîn daku di demeke nêz de civîna taybet bi petrol û gazê were lidarxistin bo giftûgo kirin li ser derfetên sazmandeyî kirina dahat û xerciyên petrol û gazê, bi awayek ku rewşa darayî û bandora nerênî ya Koronayê û dabezîna buhayê petrolê li cîhanê de li ber çavan were girtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.