Li Tirkiyeyê 47 kes bi Koronayê ketine

zêdetir ji 10 hezar kesan di qerentîneyê dene
کوردستان TV
100%

Wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca ragihand ku li Tirkiyeyê heta niha bi giştî 47 kes bi Koronayê ketine.

Wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Koca eşkere kir ku bi tenê duhê, karîne 29 kes ku bi Koronayê ketine diyar bikin û bixin qerentîneyê.

Ji aliyeke din ve prosesa qerentîne kirina 10 hezar kesên ku ji Siûdiyeyê vegeriya bûn didome û hewl tê dayîn daku ev 23 hezar kesên din jî ku ji Siûdiyeyê vegeriyane werin qerentînekirin.

Herwiha Tirkiye amadekariyên xwe dike bo ku welatiyên xwe yên ku li Almana, Îtalya û welatên din bo Tirkiyeyê tên vegerandin bixe qerentîneyê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.