Hikûmeta Swîsre rewşa awarte ragihand

vê 8 hezar leşker hevkariya aliyên têkildar bikin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Swîsre diyar kir ku tedbîrên wan yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona kêm mane û rewşa awarte ragihand.

Di çarçoveya rewşa awarte de, restoran dê werin girtin, çalakî û bernameyên komî dê werin betal kirin û 8000 leşkerên artêşê jî dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona alîkarîyê bin.

Nexweşxane û klînîk dê bi tenê kesên rewşa wan giran e derman bikin.

Swîsre dê sînorên bi welatên cîran re kontrol bike û bi tenê hemwelatiyên wê, kesên destûra wan ya rûniştinê heye û yên bo kar serdan kirine karibin derbazî wî welatî bibin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.