Hêzên Amerîkî ji sê navendên xwe li Îraqê vedikêşin

li Îraqê 8 navendên leşkerî yên Amerîkayê hene
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke kanala BBC hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê vê ji sê navendên xwe yên leşkerî vekêşin.

Di nûçeya BBCê de behsa vê yekê hatiye kirin ku rayedarên Amerîkayê biryar dane daku di rojên pêşiya me de hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji navenda leşkerî ya Qayîm û du navendên din yên leşkerî vekêşin.

Di berdewamiya nûçeya han de hatiye diyarkirin ku Amerîka dixwaze hêdî hêdî parastina ewlekariya hin deveran radestî hêzên Îraqî bike û amadekarî bo vekêşana xwe ji Îraqê bike.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.