Nêçîrvan Barzanî û nunera NY li Îraqê civiyan

behsa berbijêr kirina keseke nû bo postê Serokwezîriya Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunera Nedtewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nunera NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert behsa rewşa dawî ya Îraqê û hewldanên heyî yên bo berbijêr kirina keseke nû bo postê Serokwezîriya Îraqê kirin.

Her li ser vê mijarê her du alî tekez li ser giringiya aram kirina rewşa Îraqê û bersifdana daxwazên welatiyan kirin û anîn ziman ku lazime hikûmeta nû ku tê damezrandin berisifa daxwazên xelk bide û tevahiya mafên destûrî yên pêkhateyên din jî biparêze.

Liv û tevgerên DIŞIê, metirsiya dubare serhildana terorê  û giringiya dom kirina hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya cîhanî bo Îraq û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê  mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.