Li Tirkiyeyê hejmara berketiyên Covid-19ê gihîştiye 18an

duhê jî 10 hezar kes qerentîne kiribûn
کوردستان TV
100%

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahredîn Kocayî gotîye, 12 kesên nû bi vîrûsê ketîne û hejmara berketiyan gihîştiye 18 kesan.

Li gor nûçeyeke bianetê wezîr Kocayî derbarê vîrûsa Covid-19ê da gotiye, heta niha hejmara berketiyên vîrûsê 18 ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahredîn Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, 12 kesên din bi vîrusa Covid-19ê ketine û 2 kes ji wan 12 kesên ku îro encama testa wan pozitîv derketiye, têkiliya wan bi yekemîn berketiyên vîrusa Covid-19ê ra li Tirkiyeyê hebûye.

Wezîr Kocayî diyar kiriye ji 12 kesên nû bi vîrûsa Covid-19ê ketîye,2 jê derdorê nexweşê yekem in, 7 ji Amerîkayê û 3 jî ji Ewropayê hatine.

Roja 10ê Adarê  yekemin berketê vîrûsa Covid-19ê li Tirkiyeyê hatibû ragihandin.

 (DB/AY/FD)

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.