Artêşa Tirkiyeyê gundewarên Girê Spî topbaran dike

fermandarek û 5 çete jî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê, duhê bi şev artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li ser rêya M4 yaku dikeve nava Rojavayê Kurdistanê êrîşî ser gundekê bi navê Belûnê kiriye.

Hêzên HSD jî bi tundî bersifa êrîşa han daye û di encam de Fermandarekî cîhadiyan bi navê Elaî Idlibê û 5 cîhadiyên din hatine kuştin.

Herwiha hate zanîn ku piştî vê yekê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê dest kirine bi topbaran kirina gundewarên Hoşan û rêya M4, gundên Qizelî, Korhesen û Silîp ên girêdayî Girê Spî topbaran kirine.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.