Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera kîmyabarana Helebce

daxwaza yekrêzî û yekdengiya Kurdistaniyan dike
کوردستان TV
100%

Îro 32 sal bi ser karesata kîmyabarankirina Helebceya Şehîd da derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna pênç hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê de her berdewame.

Bîranîna vê karesatê, rêzgirtine li qurbaniyên gelê me, bi taybetî şehîdên wê karesatê û li ber girtina hemû rêkarên rêgirîkirina dûbarebûna tawanên wiha û jenosayda gelê Kurdistanê û her gel û pêkhatek li her cîheke cîhanê da, bi her hêceteke siyasî, olî û etnîkî bê, tekezkirina me li ser berdewame. Ev armanca pîroz ji me, yekrêziya zêdetir û tebayî ya berdewam dixwaze.

Li vê bîranînê de dûbare tekeziyê li ser girîngîdana taybetî û zêdetir, ya bi jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û kesukarên qurbaniyên çekên kîmyayî dikin. Li vî warî de, bêguman kareke zêde maye bêkirin ku hêjayî Parêzgeha Helebçe û nîştecihên wê yên serbilind be.

Mixabin heta niha Hikûmeta Iraqa Federal, hîç hengaveke kirdarî ji bo qerebûkirina maddî û me’newî ya nîştecih û jîngeha wêrankirî û pîskiriya Parêzgeha Helebçeyê û hîç devereke dinê Kurdistanê wekî qurbaniyên destê dewleta Iraqê neavêtiye. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vî derbarî de erkê xwe bi cîh bike.

Mirovayetiyê pêwîstî bi karên ciddî heye, ji bo qedexekirin û rêgirîkirina li bikaranînên hemû cûre çekeke komkujiyê. Wekî çawa îro hemû cîhan li xema nehiştina virusa Corona da ne û wekî gefeke tirsnak ya li hemû mirovayetiyê ye. Bi heman awayî jî karkirina ji bo nehiştina çekên komkujî û teknolojiya mirinê, divê bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyeta mirovayetiyê de, xema hemû cîhanê be.

Şehîdên Helebçe û hemû qurbaniyên gelê me herdem li bîra me ne û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Di demek da bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdan dikîn, bi hêviyê ve jî li paşarojê dinêrîn.

Silav û dirûd ji bo giyanê wan yê pak be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

16.03.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.