Di salvegera kîmyabaran kirina Helebceya Şehîd de, Serok Barzanî li ser pêgeha xwe ya taybet li twitterê peyamek belav kir ku ev jî naveroka vê ye;
"Kîmyabaran kirina Helebce berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebceya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.
Kîmyabaran kirina Helebce birînekî kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê ji bîr kirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmya baran û enfalkiriyan bike.
Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên rêya azadiyê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin