Amerîka: Emê bersifeke dijwar bidin êrîşê

3 leşkerên Amerîkî di êrîşa duhê de birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku bi Pentagon tê nasîn, derbarê êrîşa ku duhê bo ser navenda leşkerî ya Tacî ya li Bexdayê hatibû kirin, daxuyaniyek weşand.

Pentagon di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di encama êrîşa duhê de 3 lekerên Amerîkî birîndar bûne, ku birîna du ji wan girane.

Pentagon herwiha diyar kiriye ku Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng nabe û vê bersifeke gelek dijwar bide wan kesên ku ev êrîş pêk anîne.

Weke tê zanîn di êrîşa hefteya derbasbûyî ya bo ser Tacî du leşkerên Amerîkî û leşkereke Brîtanî jî canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.