Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêş kir

dibêje bi hevkariya xelk û aliyên têkildar vê rewşa han derbas bibe
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê Korona û selametiya welatiyan de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di gotara xwe de spasiya welatiyên Kurdistanê kir ku pêbendî şîret û tedbîrên rûbirû bûna Koronayê bûne û herwiha spasiya aliyên têkildar jî kir ku bo rûbirû bûna Koronayê tedbîrên pêwîst stendine.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiriye daku zêdetir pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî bin û hevkariya aliyên têkildar bikin bo rûbirbû bûna Koronayê.

Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir daku li malên xwe bimînin, zû bi zû destên xwe bişûn û hatûçû kêm bikin.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastina welatiyan li hember Koronayê li ser hewlên xwe berdewam dibe.

Barzanî daxwaz ji xudan, milk, mal û dikanan jî kir daku derbarê kirê de hevkariya kêridarên xwe bikin.

Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku bi hevkariya xelk û aliyên têkildar vê rewşa han ya dijwar jî derbas dibe û rewşa jiyanê normal dibe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.