Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê derbarê êrîşên balefirên Amerîkî yên bo ser pêgehên komên çekdar yên ser bi heşda şebî ragihand ku ev êrîşên han peyameke vekirîne bo Îranê.
Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Kenneth F. McKenzie derbarê êrîşên ku ji aliyê hevpeymanan û Amerîkayê ve yên bo ser pêgehên komên çekdar yên heşda şebî tên kirin ragihand ku ev êrîşên han bersifdaneke bilez û dijware li hember êrîşên komên çekdar yên ku ji Îranê ferman werdigirin û herwiha peyameke vekirîne bo Îranê.
Nav hatî eşkere kir ku li hember ti êrîşekê bêdeng nabin û êrîşên ku di rojên derbasbûyî de hatine kirin serkeftî bûne.
Weke tê zanîn ber du rojan balefirên Amerîkî li çend bajarên Îraqê û li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser çend pêgehên heşda şebî kiribûn û bi dehan çekdarên ser bi Îranê kuştibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin