Di çarçoveya tedbîrên hikûmeta herêma Kurdistanê de yên li dijî vîrosa Koronayê, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar dabû ku qedexeya hatûçû di navbera Silêmanî û Hewlêrê de were ragihandin.
Îro ev biryara han kete meriyetê û ji bilî hêzên ewlekarî, tîmên tendirostî û ajansên ser bi NY û tîmên dîplomatîkî, kes nikare di navbera wan her du parêzgehan de hatûçû bike.
Herwiha duhêbi şev ji seat 12ê şevê ve qedexeya hatûçû di nava Hewlêr û Silêmanî de jî hate ragihandin û biryare ev qedexeya han du rojan bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin