Di sala 2004an de di dema organize kirina misabiqeya fotbûlê ya di navbera tîma Qamîşlo û Dêra Zorê de, hijmarek şoveniyên Besî bi gotina diroşmeyên dijî Kurdan û Serkirdeyên Kurdan êrîşî ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî welatiyên Kurd yên ku li yarîgehê amade bûn kirin.
Di encama pevçûnan de hijmarek welatiyên Kurd şehîd ketin û pişt re jî hêzên rejîma Sûriyeyê hevkariya şoveniyên xwe kir û bi çek li seraserê Rojavayê Kurdistanê êrîşî ser gelê Kurd kir.
Di encama wan êrîşan de 46 welatiyên Kurd şehîd bûn û hijmareke zêde welatî jî birîndar bûn.
Çekdarên rejîmê û herwiha aliyên şoven, malên welatiyên Kurd şelandin û çend dikan û cîhên taybet bi Kurdan jî şewitandin.
Îro li Rojavayê Kurdistanê bi merasîmên girseyî 16 saliya wan bûyeran hate bîranîn û xelk û kesûkarên şehîdan serdana goristanên şehîdan kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin