Washingtona paytext dijî vîrusa Korona rewşa awarte radigihîne

li Washington jî 10 kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Washington ya paytexta Amerîka jiber vîrusa korona rewşa awarte ragihand.

Tevî tomarên dawî, li Washingtonê heta niha 10 kesên bi vîrusa korona hatine tespîtkirin.

Bi ragihandina rewşa awarte re Bajarvana Washingtonê Murrel Bowser dikare jiber sedemên tibî ji budçeya federal alîkarîyê bixwaze.

Bowser da zanîn ku wan navendek kirê kiriye û ew li wir dikarin 50 nexweşên vîrusa korona di bin çavdêrîyê kin lê wî cîhê wê navende eşkere nekir.

Rêvebirên Washingtonê dixwazin ku meş û mîtîngên ku pitir ji 1000 kes beşdar dibin werin betalkirin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.