Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa duhê bi şev ya bo ser leşkergeha hevpeymaniya cîhanî ya Tacî ya li Bexdayê de peyamek weşand û ev êrîşa han bi tundî mehkûm kir.
Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de eşkere kiriye ku bi tundî ev êrîşa han ku bûye sedema kuştina û birîndar kirina hijmarek leşkerên ser bi hevpeymaniya cîhanî mehkûm û şermezar dike.
Nêçîrvan Barzanî hevdem li gel diyar kirina hevsoziya xwe bo kesûkarên leşkerên kuştî û birîndar, eşkere kiriye ku ev êrîşa han bûyereke metirsîdare ku zirarên mezin digehîne berejwendî û rewşa Îraqê û welat dixe nava rewşeke gelek metirsîdar de. Bi taybetî ku hîn jî teror metirsiyeke mezine li ser Îraqê û terorîstên DIŞIê gefeke serekîne bo ser aaramî û ewlekariya Îraq û deverê û jinav birina wan pêdiviya xwe bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî heye.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên têkildar kiriye daku êrîşkaran eşkere û radestî dadgehê bikin û rê nedin tiştên wisa dubare bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin