Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya li salvegera peymana 11ê Adarê da

dibêje ev yek destkefteke dîrokiye
کوردستان TV
100%

Îro nîv sedsaleke li ser îmzakirina peymana 11ê Adara sala 1970 ya li navbera Serkirdayetiya Şoreşa Eylûl û Hikûmeta wê demê ya Iraqê da derbas dibe. Ev rêkeftin destkeftekî girîngê wê şoreşa mezina û berhema çendîn salên xebat û berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê bûye bi Rêberiya Barzaniyê Nemir ya bi navê mafên wê yên rewa da, her ew peyman jî bûye berdê bingeha wan hemû destkeftên paşê ji bo gelê me pêk hatine.

Bîranîna peymana 11ê Adarê, rêzgirtine li dîroka têkoşîn û qurbanîdana gelê me ya ji bo gihîştina mafên wê yên rewa. Ev peyman belgeya rastiya baweriya gelê Kurdistane bi çareseriyên aştiyane li her kêşe û gengeşeyek da, heman demî de wane û pendekî dîrokiya girînge jî ji bo aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê ku herdem bijardeya diyalogê, hevdû têgihiştinê, rêz li hevdû girtin û bawerî bi mafên hevdû, take rêya diruste berev aştî û paşarojeke geş.

Her li vê helkeftê de tekez li ser helwesta çareserxwazaneya xwe dikîn û bi hêvî ne rewşa Iraqê berev aramiya siyasî ve hengavan bavêje, bi vê navê da jî wekî herdem em amadeyê hemû hevkarî û piştgîriyekîn.

Bilind û bi rûmet bê, bîranîna peymana 11ê Adara 1970.

Silav li şehîdên rêya serfirazî û xebata aştîxwazaneya gelê Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

10/03/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.