Civata wezîran çend biryarên giring der xist

bo derbas kirina vê rewşa han çend biryar hatine dayîn
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîrê herêma Kurdistanê civîneke tabet li dor bandora Koronayê hate lidarxistin û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 10/3/2020 me civîneke taybet bi bandora vîrosa Koronayê li ser abûriyê û rewşa abûriya Kurdistanê lidar xist. Di destpêka civînê de me spasiya komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê û dezgehên din yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî pîşeyî tedbîrên pêwîst yên tendirostî stendine û me daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê kir daku pêbendî wan tedbîr û şîretan bin.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku belav bûna Korona li cîhanê, tenê ne kêşeyeke tendirostiye, belku mixabin vê bandoreke xirab jî li ser abûriya cîhanê bike ku Îraq û herêma Kurdistanê jî vedigire bi taybetî jiber dabezîna bilez ya zêde ya buhayê petrolê li cîhanê de.

Di beşeke din ya civînê de me anî ziman ku yek ji karên herî lipêş yê hikûmeta herêma Kurdistanê de weke di destpêka destbikar kirina kabîneyê de jî me diyar kiribû û niha jî li ser vê berdewamin, pir reng kirina abûriya Kurdistanê ye, nabe tenê pişt bi yek çavkaniya dahatê were girêdan, jiber vê çendê me dest bi stendina çend tedbîrên pêwîst kir ku cîhbicîh kirina wan jî girêdayî aramiya siyasî, abûrî û ewlekarî ya Îraq û deverê ye ku bandoreke raste rast li ser herêma Kurdistanê dike.

Me daxwaz ji aliyên beşdar di hikûmetê, tevahiya aliyên siyasî û welatiyên herêma Kurdistanê kir daku bi hest kirin bi berpirsiyartî nêzî rewşa han ya hesas û qirîza han bin ku derketiye holê daku bikaribin bi kêmtirîn zirar ev rewşa han ya dijwar derbas bikin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser domandina prosesa reforman hate kirin û bal kêşande ser wan tedbîrên tendirostî û abûrî bo derbas kirina rewşa han ya dijwar li Îraq û herêma Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime berejwendiyên welatiyan li ber çav werin girtin.

Di dawiya civînê de biryar hate dayîn daku bo kêm kirina mesrefên ne hewce li wezaret û dezgehên din yên fermî de, li gor qanûn û di çarçoveya prosesa reforman û karnameya kabîneya 9an de tedbîrên pêwîst werin stendin, li gel hikûmeta fedral li Bexdayê jî hemahengî were kirin û danûstandin jî gerimtir bibin bo derbas kirina rewşa han ya dijwar a abûrî ku rastî Îra û herêma Kurdistanê hatiye.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.