Serokê Çînê serdana Vuhan kir

dibêje rewş di kontrolê deye û metirsî nemaye
کوردستان TV
100%

Piştî derketina vîrosa Koronayê li bajarê Vuhan ya Çînê, îro bo cara yekem Serokê vê welatî serdana Vuhanê kir.

Li gor çapemeniya cîhanî Serokê Çînê Şi Cinping piştî derketina vîrosa Koronayê li bajarê Vuhan, bo cara yekem serdana vê bajarê kiriye.

Çapemeniya Çînê jî ev serdana han weke peyamek nirxandiye û dibêje rewş di kontrolê de ye û metirsî nemaye.

Ji aliyeke din ve duhê hikûmeta Çînê hijmarek nexweşxaneyên taybet yên bo çareser kirina nexweşên Koronayê li Vuhan daxistibû.

Hate zanîn ku roja yekşemê li Çînê 49 kes bi vîrosê ketibûn lê duhê ev hijmar bo 19 kesan kêm bûye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.