Duhê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê, bi tundî dola Balayan ya li qontarê Qendîlê bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê eşkere kir ku duhê danê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna pkkê li deverê bi tundî gundê Balayan ya li quntarê Qendîlê bordiman kirine û di encam de xaniyê şêniyekê gundê ber bordimanê ketiye.
Peyamnêrê me eşkere kir ku di encama bordimanê de ziranên mezin yên madî ber xaniyê ketine.
Hate zanîn ku her duhê çend deverên din yên li quntarê Qendîlê hatine bordimankirin lêbelê derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin