Li Hewlêrê welatiyeke din bi Koronayê ket

jineke temen 49 saliye û ji Îranê vegeriyaye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaiyek weşand û tê de eşkere kirku welatiyeke din bi vîrosa Koronayê ketiye.

Li gor wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê roja înê welatiyeka Kurd yaku jineke temen 33 salî bûye, bi Koronayê ketiye.

Duhê bi şev jî wezareta tendirostî eşkere kirk u welatiyeka din ya Kurdistanê ku jineke temen 49 saliye û beriya niha bi mebesta derman kirinê serdana Îranê kiribû, bi Koronayê ketiye.

Wezaretê eşkere kiriye ku heta niha bi giştî 2 hezar û 873 welatî ku ji Îranê vegeriyane ketine qerentîneyê û heta niha bi giştî hezar û 254 kes ji wan selamet bûne û ji qerentîneyê hatine derxistin û vegeriyane malên xwe.

Wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez li ser domandina hewlên xwe yên bo pêşî girtin ji belav bûna Koronayê û parastina selametiya welatiyên Kurdistanê kiriye.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.